You are currently viewing Daxuyaniya Damezirîner a Pira Gelan: Em ê pira di navbera gelan de xurt bikin, em ê hevgirtina bi Rojava/Bakurê Sûriyê re berfireh bikin!

Daxuyaniya Damezirîner a Pira Gelan: Em ê pira di navbera gelan de xurt bikin, em ê hevgirtina bi Rojava/Bakurê Sûriyê re berfireh bikin!

EV ŞOREŞ ŞOREŞA ME YE

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya li Rojava ji bo gelê Kurd û gelên din ên herêmê deriyekî nû li ser rêya azadiyê vekir.

Bi bikaranîna hêz û vîna gelan a demokratîk û azadîxwaz, di şert û mercên şerê navxweyî yê paşverû de piştgirî neda hêzên paşverû, zincîrên kolonyalîstan şikandin. Jinan li ser xeta azadiya jinê şoreşa jinê pêk anîn û xweparastina jinê bi rêxistin kirin.

Bi têkçûna DAIŞ’ê re Federasyona Gelên Kurd, Ereb û gelên herêmê yên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bû navenda bala enternasyonalîstên ji çar aliyê cîhanê.

Ji 6 parzemînan şoreşger, ciwan, kesayet, rêxistin û partiyên azadîxwaz ji bo parastin û pêşxistina şoreşê ber bi Rojava/Bakurê Rojhilatê Sûriyê ve herikîn.

Rêveberiya Şoreşger a Rojava 12 sal in di bin şert û mercên hegemonyaya herêmê û nakokiyên parçebûyî yên emperyalîst de, di bin dorpêç û dagirkeriya dewletên kolonyalîst bi taybet dîktatoriyên kolonyalîst ên Sûriye û Tirkiyeyê de hebûna xwe diparêze û li rêya pêşketinê digere. .

Rojava/Bakurê Sûriyê ji damezrandina xwe ve ne tenê Rojava ye. Rojava ji bo jiyanek nû, rêgezek nû ye. Xwerêveberî û vîna gelan, jin û ciwanan a di nava pevçûnên paşverû yên li Rojhilata Navîn de temsîl dike.

Li hemberî pêşbaziya emperyalîst û barbariya kapîtalîst ku her diçe zêde dibe, ji bo gelên cîhanê dibe cihê hêviya jiyaneke nû.

EM ŞOREŞÊ BIPARÊZIN Û BINNEZÊN WÊ HÊZ BIDIN.

Berpirsiyariya me hemûyan e ku em şoreşa dorpêçkirî biparêzin û di bin şert û mercên giran de binesaziya wê xurt û geş bikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku ji bilî YPG/YPJ’ê hêza sereke ye, hêzên welatparêz ên sosyalîst ên weke MLKP’ê jî di nav de ne, amadekariyên parastina şoreşgerî didomînin. Yek ji erkên lezgîn ên vê serdemê xurtkirina hevgirtina bi wan re, bangkirina gelan û bindestan ji bo hevgirtinê û banga têkoşînê li dijî hêzên emperyalîst ên ku piştgirîya dewletên kolonyalîst bi taybetî jî di warê siyasî, dîplomatîk û leşkerî de ne.

Motivasyona me ya sereke ew e ku em dilsozê mîras û bîranîna bi dehan şoreşgerên enternasyonalîst Îvana Hoffmann Anna Campbell, Kevin Jochim û Ozgur Namoğlu ên ku ji Ewropayê herikîn Rojava ye.

Dema ku şoreş ji aliyekî ve tê parastin, avakirina civakî berdewam dike û li aliyê din jî divê berdewam bike. Organîzekirina hevgirtina bi Rojava/Bakurê Rojhilatê Sûriyê yên dorpêçkirî re, lidarxistina çalakiyên ji bo xurtkirina binesaziya şoreşê, birêxistinkirina piştgiriya ji bo pirsgirêkên ku pêwîstî bi hêzên teknîkî, lojîstîk û pispor heye yek ji erkên sereke yên vê serdemê ye.

Berpirsiyariya yekane ya sosyalîstên enternasyonalîst e ku dengê welatparêzên sosyalîst, pêkhateya çalak a şoreşê, xebata wan a siyasî û bernameya ku ji bo Rojava û herêmê çêkiriye bi cîhanê bide naskirin. Pêngava dîrokî ya şoreşa me ya demokratîk a ber bi sosyalîzmê ve bi pêş ve bibe, encax bi hevgirtina çalak a tevgera sosyalîst a cîhanê pêkan e.

Pira Gel ji bo xurtkirina hevgirtina bi Rojava/Bakurê Rojhilatê Sûriyê re û rêxistinkirina yekitiyeke ku wê dorpêçê bi ser bixîne hatiye avakirin.

Şoreşgerên enternasyonalîst, sazî û rêxistinên hevgirtinê, sosyalîst, hemû yên têkoşîna azadiya jinê, rewşenbîr!

Tenê bi xurtkirina yekîtî û hevgirtinê em dikarin pêla berteka ku li cîhanê diqewime û dorpêçkirina Rojava/Bakurê Sûriyê weke yekemîn ezmûna şoreşgerî ya berfireh a sedsala me derbas bike.

Di vê heyama krîtîk de bi beşdarbûna xebatên me yên hevgirtinê, bi xurtkirina hevgirtina bi Rojava/Bakurê Rojhilatê Sûriyê re, şopandina hesabên li ser medyaya civakî û belavkirina postên wan û bangên ji Rojava, bangkirina gel, karker, jin, ciwan, LGBTI+ û sendîkayan ji bo piştgiriya Rojava/Bakurê Rojhilatê Sûriyê li nava xwe, pira di navbera gelan de xurt bikin.

Koçberên çar parçeyên Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê!

Li aliyekê welatê we ye, ku hûn neçar mane lê biterikînin, li aliyê din jî Ewropa ye, ku hûn li wir wek koçber bi her cure zehmetiyan dijîn.

Weke karkerên koçber ên li Ewropayê, hevgirtina bi gelên li Rojava/Bakurê Rojhilatê Sûriyê dijîn re xurt bikin, ji karkerên welatê ku lê dijîn re behsa Rojava bikin, ji bo parastina şoreşê û binesaziya wê bi rêyên cuda cuda biparêzin û xwe bi rêxistin bikin.

Pira Gelan a ji bo vê armancê hatiye avakirin pêş bixin, hêz bidin wê! Niha dema xurtkirina hevgirtina bi Rojava/Bakurê Rojhilatê Sûriyê re ye!

Bijî şoreşa Rojava! Bijî şoreşa jinê!

Bijî hevgirtina navneteweyî!

17 Haziran 2023 Pira Gelan bo Piştgirî û Piştevaniya Navneteweyî ya bi Rojava/Bakurê Rojhilatê Sûriye