Celadet Elî Bedîrxan û hevalên xwe di 15.05.1932 de kovara yekemîna kurdî derxistin holê û ji 2006 vir ve îro 15 ê Gulanê wek roja zimanê kurdî qebul dibe.
Sed sal e ku kurdan zehf zulm dît, hatin qir kirin, hatin sirgûn kirin, dagirkeran xwest ku ziman û çanda kurdan li hole rabikin.
Li dijî wan erîşan gelê kurd dev ji zimanê xwe berneda, parast û anî hetê vê rojê.
Piştî têkoşînên mezin kurd li xwendegehên xwe yên rojava û başûrê Kurdîstan êdî bi zimanê xwe perwerde dibînin.
Zimanê kurdî li wan perçeyên Kurdîstanê pêş ve diçe û gelê me li her derê jîyana xwe bi kurdî diaxive.
Wekî xwişk û birayên me yên Rojava û Başurê fêrî me kirin : tenê bi sekinandin tu tiştekî nakeve destê me, divê em bi xwe zimanê xwe ji bin bandora dagirkeran rizgar bikin
Bila kurd li her derê Kurdîstanê bi zimanê xwe perwerde bibînin.
Bijî roja zimanê kurdî.
