“Em dixwazin di demek nêzîk da li gel çalakvanên, ji hemî aliyên cîhanê, bi gemiyê bi rê bikevin bo şikandina dorpêça neqanûnî ya li ser Gaza. Dewleta Îsraîlî bê poşman jin û zarokan,û her weha kal û pîran dikuje û dewleta Elman û dewletên din bêçalak dimînin.
Û ji bilî wê, ez hêvî dikim ku bi rêwîtiya xwe û bi hêviya hatina Filistînê peyama silavê ya gelê Kurd bo gelê Filistînê re ragihînim.”
– Murat Okundu, beşdarê Flotillaya Global Sumud ji Kolnê
Îsraîl, Almanya û Tirkiye – hikûmetên curbecur bi çend salan hewl didin gelên Rojhilata Navîn parçe bikin û wan bigihînin berjewendiyên xwe. Kurd û Drus divê bi Îsraîlê re hevalbendiyê bikin da ku Rojhilata Navîn a nûjen bi hev re ava bikin, lê li Gazzeyê bi deh hezaran Filistînî hatin kuştin û tevahiya gel birçî bimîne.
Li Rojhilata Navîn ev ne li ser wê yekê ye ku mirov an hindikahiyên olî zêdetir êş û azaran dikişînin an jî hêjayî balê ne, le salek li herêmê bê şer, komkujî û zordarî derbas nabe. Gel û xelkê bindest hêza hevgirtina navneteweyî û li dijî şer û dagirkeriyê tevdigerin. Beriya her tiştî em dixwazin Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ku di sala 2012’an da ji Şoreşa Rojava derketibû, ronî bikin, ji ber ku nîşan dide ku jiyana di rêveberiya xweser a demokratîk de û aştiya bi hev re pêkane.
Rojava şoreşa me ye – şoreşa Kurdan Ereban û hemî gelen din ênRojhila ta Navîn.
Ji ber vê yekê peyva me ya çavdêriyê ya di kampanyaya Flotilla de eve ye: Ji Kobana heta Gaza – dagirkeriyê têk bibin! Metirsiya li ser Rojava û her wiha dagirkirina Gaza û Urduna Rojava ne yekta ye û nîşana siyaseteke berfirehkirina êrîşkar e, her wiha amadekirina şerekî ku tê de cihê têkoşîna diji kolonyalismê tune ye.
Êrîşên Îsraîlê yên di salên dawî de li Filistîn, Lubnan, Sûriye, Yemen û Îranê nîşan didin ku bi bombebarankirina çeperên sivîlan dewleta Îsraîlê li dijî gelên Rojhilata Navîn şer dike û divê bersiv bê dayîn.
Flotillaya Sumud nîşana hevgirtina navneteweyî ye û gelên cîhanê bi awayekî serbixwe dorpêça ku ji sala 2007an vir ve Zîvala Gazayê ji cîhanê û yên mayî yên Filistînê girtiye bişkînin! Ev gav, wekî flotilek bi 50 keştî û 600 beşdaran li hundur, ji civaka navneteweyî re îşaretek zelal e. Di çend rojên pêş de dibe ku artêşa Israeli çalakvanan rawestîne, birevîne an îşkence bike.
Em bang li hemû demokratan û dijberên şerî dikin, dijî qirkirina li Gaza û derbasbûna keştiyan bo Gaza dakevin kolanan û zexta siyasî li ser hikûmeta federal ava bikin.
Ji bo aştiyek adil, bêyî sozên vala yên Emrîka û UNO, li Rojhilata Navîn! Rawestandina gefên li dijî Rojava û qirkirina li Gaza!
Pira Gelan, 6. Îlon 2025
